Ev Folksam LO Pension [Teqawidîya LO-yê ya Folksamê] ye

Wezîfeya me ew e ku bixebitin ji bo ku tu yê ku endamê LO-yê [Rêxistina sendîkayên kardaran] î teqawidîyeka xizmetê ya hêja bistînî. Sendîkayên LO-yê û Folksam xwedîyên me ne.

Îro em teqawidîya xizmetê ya nêzîkî nîv milyon endaman yên ku xwestiye teqawidîya xwe di fonda me ya temînê de biparêzin bi rê ve dibin.
Qezenceka baş û mesrefên kêm
Armanca me ya serekî ew e ku tu dê ji bo pereyên teqawidîya xwe fêdeyeka demdirêj ya baş bi dest xwe bixî û li ba me ev fêde di gelek salan de di sewiyeya herî jor de maye. Heq û mesrefên me her tim kêm in. Ev ji bo te teqawidîyeka zêdetir e.
Awayên teqawidîyê yên jîrane yên li gor temenê te
Divê endambûn û mişterîbûn li ba me hêsan be. Li ba me awayekê fondkirinê yê destpêkî yê jîrane heye. Ev awa ew e ku em pereyên teqawidîyê li gorî ka ji bo teqawidbûna te çi qas wext maye hildigirin.

Teqawidîya xizmetê

Teqawidîya xizmetê ew beşê teqawidîyê ye yê ku kardêrê te dide. Ew di jiyana te ya karî de dikare bibe bi sed hezaran kron. Ew qismekê giring yê teqawidîya te ya paşerojê ye.

Tu yê ku di sektora şexsî de kar dikî teqawidîyeka xizmetê - “Teqawidîya peymankî ya SAF-LO [Avtalspension SAF-LO]” - ya ku li ser peymana komekî [kollektivavtal] ya navbera Bazirganîya Swêdê [Svenskt Näringsliv] û LO-yê de heye hatiye ava kirin distînî.

Hilbijartina bicihkirina teqawidîya xizmetê

Wek qaîde, heqê te ye ku tu bi xwe wê şirketê ya ku teqawidîya te xizmetê bi rê ve bibe hilbijêrî. Heger ev hilbijartina te ya pêşîn be? Daxilî Rûpelên min [Mina sidor] ya fora.se bibe û Folksam LO Pension [Teqawidîya LO-yê ya Folksamê] hilbijêre. Tu dikarî pereyên teqawidîyê yên qezenckirî yên berê jî bînî ba me. Bijartina xwe di www.fora.se de bike.

Heger tu di kombendeka aborî de yan di belediye û parêzgehan de kardar bî, tu bijartina xwe di www.pensionsvalet.se de dikî. Têkilîyê bi ximzetkarîya mişterîyan ya me bike da ew alîkarîya te bikin.

Temîn û ewlehî ji bo malbatê

Parastinek di teqawidîya te ya xizmetê de heye ku dikare alîkarîya malbata te bike heger tu bimirî.

Parastina peredanê
Heger tu bixwazî ku gava tu bimirî pereyên teqawidîya te bigihijin malbata te, tu dikarî weha bikî. Ew xizmet belaş e lê teqawidîya te bi xwe piçek kêmtir dibe.

Heger pirsên te derbarê temîn û ewlehîya malbatê hebin, baştir e tu têkilîyê bi şêwirdarekî bikî. Ew dê bi tefsîlat li îmkanên te ji bo parastina malbata te binêre. Têkilîyê bi Ximzetkarîya mişterîyan ya me bike da ew alîkarîya te bikin.

Teqawidîya giştî

Teqawidîya giştî ew qismê teqawidîyê ye yê ku dewlet dide. Daîreya teqawidîyê [Pensionsmyndigheten] wê îdare dike û her sal agahdarîyan bi rêya zerfekê porteqalî ji te re dişîne.

Her gava dahateka te hebe û tu dest pê dikî bacê didî, tu dest pê dikî pereyê teqawidîya giştî hildigirî. Her sal kardêrê te bi qasî 18,5 % ji meaşê te dide teqawidîya giştî. Ev qismê herî mezin yê teqawidîya te ye.

Teqawidîya te ya giştî dikare ji teqawidîya dahatê, teqawidîya îlaweyî û teqawidîya misoger pêk bê.

Hilgirtina teqawidîyê ya şexsî

Tu dikarî teqawidîya giştî û teqawidîya xizmetê bi hilgirtina teqawidîyekê ya şexsî temam bikî heger tu bixwazî. Ev ne îlzamî ye. Lê giring e ku tu lê bifikirî ji bo ku aborîya te wek teqawidbûyî baştir bibe.

Teqawidbûn

Temenê tayînkirî ji bo teqawidbûnê li Swêdê tune ye. Di hin sinoran de, tu bi xwe dikarî dema teqawidbûna xwe hilbijêrî. Tu çi qas derengtir teqawid bibî, teqawidîya te bilindtir dibe.

Wek qaîde, lazim e tu teqawidîya xwe ya giştî bixwazî. Heger teqawidîya te ya xizmetê li ba Folksam LO Pension [Teqawidîya LO-yê ya Folksamê] be, teqrîben şeş mehan berî ku tu bibî 65-salî em nameyekê ji te re dişînin. Tê de agahdarî derbarê teqawidîya te, peredan, hesabê bankê û tiştên din yên pêwîst hene.

Tu dikarî her ji 55-salîyê teqawidîya xwe ya xizmetê li ba me pêşwext bixwazî. Lê tu çi qas zûtir teqawidîya xwe bistînî, meblex her mehê kêmtir dibe.

Em bi zimanê te alîkarîya te dikin

  • Tu dixwazî agahdarîyan derbarê teqawidîya xwe bi zimanê xwe werbigirî? Tu weha têkilîyê bi xizmetkarîya mişterîyan ya me dikî.

    Telefonî 040-257 352 bike
    Duşem-înî 08.00-17.00
    E-posteyekê bişîne